PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi konferanseke rojnamevanî, li ser rewşa niha ya Herêma Kurdistanê, biryara Dadgeha Federal, mafên destûrî yên Herêmê û guhartin û pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê axivî.
Di konferansê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir, li ser hin babetên ku bandora rasterast li ser rewşa Herêma Kurdistanê dike, dixwazim behsa wan babetan ji xelkê Herêma Kurdistanê û Iraqê re bikim.
Herwiha eşkere kir: “Min roja 10/7/2019an sûnda yasayî xwar ku berevaniyê li hemû mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê bikim. Bi heman şêwe jî, berpirsên din ên di Serokatiya Herêm, Parlemanto, Encûmena Wezîran, Wezîr û endamên Parlamentoyê, wan hemûyan jî sûnda yasayî xwariye. Niha jî em dibînin ku çendîn mafên destûrî yên xelkê Herêma Kurdistanê hatine binpêkirin.”
Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Di madeyên 44 û 45 ên destûra Iraqê de, behsa pêkanîna Encûmena Federalî dike, lê heta niha ew encûmen pêk nehatiye. Ev jî yek ji xalên girîng ên destûrê ye ji bo parastina mafên herêman û wan parêzgehên ku wek herêm pêk hatine.”
Di berdewamiyê de da zanîn: “Damezirandina vê Encûmena Federalî, wê bandora wê li ser piraniya pirsgirêkên di navbera Herêmê ligel Hikûmeta Federalî hebûya. Ji ber wê pêwîst e ji bo rêz li destûrê bê girtin, ew madeyên destûrî wek xwe bên cibicîkirin. Nabe ew madeyên di berjewendiyên aliyekî de bêne cibicîkirin.”
Herwiha li ser biryara Dadgeha Federalî ya derbarê gaz û petrola Herêma Kurdistanê de Mesrûr Barzanî diyar kir: “Madeyên 110, 112 û 115 ên destûrê, her yek ji wan bi awayekî behsa wê babetê dikin. Di madeya 110 de behsa hemû desthilatên federalî dikin û her çi di wê madeyê de nehatibe, ew ji desthilata herêman û parêzgehan e. Madeya 111 jî behsa wê dike ku neft û gaza Iraqê ya hemû Iraqiyan e bi hemû herêm û parêzgehan ve, lê bi tu awayî behsa wê nekiriye ku neft û gaz ya Hikûmeta Federalî ye.”
Serokwezîr eşkere kir: “Di madeya 112 de behsa wê dike ku çawa îdareya dosyeya neft û gazê bê kirin. Di madeya 115 de jî behsa wê ku her çi ne desthilata federalî be, dibe desthilata herêm û parêzgehan. Ji bilî vê jî, du madeya 122 a destûrê behsa qerebûkirina wan xelkê ku ji aliyê rêjîma berê tawan lê hatine kirin dike. Bêguman xelkê Kurdistanê ji her aliyekî zêdetir ziyan gihîştiyê, ji kîmyabaran, enfal, wêrankirina gund û bajaran û heta niha jî wek madeyeke destûrî ew neketiye warê cibicîkirinê û xelkê me nehatiye qerebûkirin. Ev jî binpêkirina madeyeke destûrî ye.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Di madeya 92 a destûrê de behsa dirustkirina Dadgeha Destûrî dike. Li vir dixwazim bi berfirehî behsa vê babetê bikim, ev dadgeha destûrî yah eye, di dema yasaya Hikûmeta veguhêz de hatiye pêkanîn, anku berî nivîsandina destûrê. Piştî destûr hat nivîsandin û piraniya xelkê Iraq û Herêma Kurdistanê deng pê da, pêwîst bû ew Dadgeha Federalî li gor madeya 92 a destûrê bihata damezirandin, lê belê ev jî nehat kirin.”
Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ez nakevim nava hûrgiliyên madeya 92 a destûrê, lê ez ê kurteyek pêşkêş bikim, ji bo bizanin ku dirustkirina Dadgeha Federalî bi çi awayî dibe: 1- Dadgeha Bilind a Federalî, desteyeke dadwerî ya serbixwe ye di ware darayî û birêvebirinê ve. 2- Dadgeha Bilind a Federalî, ji hejmarek ji dadwer û pisporên fîqha Îslamî û yasanasan pêk tê, diyarkirina hejmar û awayê hilbijartinê û karê dadgehê bi yasa û dengê 2/3 yê hejmara endamên Encûmena Nûneran tê birêkxistin. Lê belê ev yek jî nebû.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Ji ber wê, em daxwazê ji Encûmena Nûneran a Iraqê dikin ku di xula bê de, hewla pêkanîna Dadgeha Federalî li gor rêkarên destûrê bide, ji bo bi awayekî bêalî biryaran li ser pirsgirêkan bide ji wan jî pirsgirêkê di navbera Herêman û Hikûmeta Federalî de.”
Herwiha destnîşan kir: “Di tu birgeyeke destûrê de nehatiye ku bibêje, Dadgeha Federalî divê di dema yasaya Hikûmeta Veguhêz de were pêkanîn û dikare biryarê li ser destûr bide. û got: “Biryara vê dadgehê ya vê dawiyê, li dijî madeyên destûrê ye. Ev madeyên ku min behsa wan kiriye, diyar in û tu dadgehek nikare van madeyan biguhêre. Lê belê dadgehê ev biryar, li dijî yasaya neft û gaza Herêma Kurdistanê daye û li dijî madeyên destûrê ye maf daye xelkê Kurdistanê çawa îdareya vê dosyeyê bike.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ev biryar, di demeke gelekî hestiyar de ye. Ev biryar hem ji aliyê demê ve û hem ji aliyê çawaniya derketina vê biryarê ve, biryareke siyasî ye û bi tu awayî nakeve berjewendiya xelkê Iraqê.”
Herî dawî eşkere kir: “Me daxwaz ji Hikûmeta Federalî kiriye ku derfetê bidin me, ji bo em guftûgoyan bikin, heta ku bigihin encamekê û li ser bingeha destûrê ev pirsgirêkên hene çareser bikin. Lê mixabin wan tu derfet neda me û biryareke tekalî dan ku bi tu awayî bi binemayên destûrê re naguncuve.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin