PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden, îro 18ê Cotmehê di serdana xwe ya Îsraîlê de ragihand ku li ser şandina alîkariyên mirovî wan li hev kiriye ku alîkarî bi ser Misirê de ji bo sivîlên Filîstînê bên şandin.
Li aliyê din ofîsa serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû daxuyaniya Biden piştrast kir û da xuyakirin, bi mercê ku nekevin destê Hamasê, ew ê destûrê bidin ku alîkariyên mirovî yên wekî xurek, av û derman bigihin sivîlên başûrê Xezeyê.
Di di hevdîtina Biden û Netanyahû de, Amerîkayê piştgiriya xwe ya xurt a bo Îsraîlê di şerê dijî Hamasê de dubare kir.
Herwiha Serokê Amerîkayê banga aramiyê li hemû aliyan kir û xwest ku îsraîlî jî bi hêrsa xwe karibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin