Hawara bomba balafirê: 3 hezar kes tehliye kirin

Hawara bomba balafirê: 3 hezar kes tehliye kirin

PeyamaKurd – Li Rûsyayê li bajarê Belgorodê li jîngehekî wê bi sedema dîtina bomba balafirê 3 hezar kes tehliye kirin. Bombe bû sedema tirsa xelkê. Tîmên wezareta rewşa lezgîn li der û dorê tedbîran girtin û 17 apartmanî tehliye kirin. Parêzgerê Belgorod Vyaçeslav Gladkov got:

“Cismekî teqemeniyê ji aliyê pisporên bombeyan de hat tesbîtkirin. Pispor biryarê dan ku wî bibin polîgonê û îmha bikin. Biraya tehliya 17 apartmanan dan. Ev jî dike 3 hezar kes. Bombê ji çala wê derxistin û bi alavên taybet birin araziyekî û îmha kirin. 3 hezar kesên tehliyekirî bi 90 otobusan car din wan birin ciyên wan. 248 kes nexwestin dagerin ciyên xwe, me wan li ciyekî hewandinê bicîh kir. Heywanên kedî jî birin ciyên hewandina heywanan û xwarina wan dan wan.”

Hêzên hewayî yên artêşa Rûsyayê duhî bi balafirên Su-34 an, bi şaşî li bajarê Belgorodê xistibûn, 3 kes birîndar bûbûn û di bajêr de çalekî mezin vebûbû. Belgorod ji sînorê Ûkraynayê 40 km dûr e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin