PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Yekşemê 9ê Tîrmehê şandên polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanî (YNK) li ser mijara hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û encûmenên parêzgehan dicivin.
Hate zanîn ku îro şandeke Polîtburoya YNKê serdana Polîtburoya PDKê dike û dê herdu alî li ser pirsa hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê û encûmenên parêzgehan gotûbêjan bikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, 16ê Gulana borî jî PDK û YNK li bajarê Silêmaniyê civiyabûn û ragihandibûn; “Piştî destpêşxeriya cenabê kak Mesûd Barzanî ku roja 11.05.2023an di merasîma vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî de pêşkêş kir, herdu polîtboruyên YNK û PDKê li bajarê Silêmaniyê civiyan û li ser wê yekê rêkeftin ku ligel aliyên din gavên pratîkî bavêjin.”
26ê Hezîrana 2023yan jî li baregeha Polîtboruya YNKê li Hewlêrê civîneke di navbera herdu aliyan hatibû kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin