Serokatiya Kurdistanê: Ji bo parastina maf û hêjayîyên xelkê Kurdistanê wê hemû hewl bên dayîn

Serokatiya Kurdistanê: Ji bo parastina maf û hêjayîyên xelkê Kurdistanê wê hemû hewl bên dayîn

PeyamaKurd - Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser qutkirina mûçeyê Herêma Kurdistanê û dijayetiya Kurdan ji aliyê aliyên Şîe û Sunneyên Parlementoya Iraqê peyamek belav kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di peyama xwe de, bersiv da daxwaza Serok Barzanî ku ji her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê xwestibû ji bo parastina rûmeta gelê Kurdistanê biryarekê bidin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, wê her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê û aliyên pêwendîdar civînekê saz bikin û ji bo maf û hejayîyên gelê Kurdistanê hemû hewl bên dayîn.

Daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê:

Di derbarê yasaya pirkirina kurtanîna darayî ku îro pênçşem 12/11/2020 li Encumena Nûnerên Iraqê bi zorîne û bi bêyî berçav girtina prensîpên hevbeşî û lihevkirin û hevsengî û bêyî guhdana serinc û têbînî û pêşniyarên Nûnerên Herêma Kurdistanê hate derbaskirin, destxweşiyê li hemû fraksiyonên Kurdistanî û nûnerên birêzên Herêma Kurdistanê dikin ku ji bo dakokîkirina li maf û hêjayiyên gelê Kurdistanê yek helwest bûn.

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi dilgiranî û gelek bi girîngiyê ve vê babetê dinêre û hemû hewlên dixe holê ku parêzgeriyê li maf û hêjayiyên xelkê Kurdistanê, ya ji bo vê mebestê û bi navê yek helwestiya aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê da li ser vê pirsê, civîna her sê Serokatiyên Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar û Nûnerên Herêma Kurdistanê li Hikûmeta Federal û Encumena Nûneran tê saz kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê

12/11/2020

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin