PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 2 berpirsên jin yên Rojavayê Kurdistanê li parêzgeha Hesekê hatin kuştin.
Encûmena bajarê Heseke ragihandiye ku Hind Letîf el-Xidir ku Seroka Komîteya Aborî li bajarokê Til Temir bû û Seide Feysel el-Hirmas a cîgira serokê Encûmena bajarê Heseke êvara roja înê 22yê Çileyê hatine revandin û doh herdu jin kuştî hatine dîtin.
Hat eşkerekirin ku herdu jin serê wan hatiye jêkirin ku ev rêbaze terora DAIŞê ye.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) jî ragihandiye ku beriya niha gef li her du jinan hatibûn xwarin ji aliyê DAIŞê ve û termê wan jî li bajarokê Deşîşe li başûrê Heseke hatine dîtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin