Joe Biden bi gotarekê serkeftina xwe ragihand

Joe Biden bi gotarekê serkeftina xwe ragihand

PeyamaKurd – Joe Biden, di hilbijartinên Amerîkayê de serkeftina xwe ragihand û got: “Gel gotina xwe kir û me zêdetirî 74 milyon deng bi dest xistin û ev hejmareke mezin e di dîroka Amerîkayê de.”

Berbijêrê Demokratan di hilbijartinên Serokatiya Amerîka Joe Biden da zanîn: “Hin kes hene ku dixwazin hejmartina dengan di hilbijartina Serokatiyê de rawestînin, lê em rê nadin vê yekê.”

Biden destnîşan kir, “Li gel berdewamiya cudakirina dengan, em ranawestin heta ku dest bi kar bibin. Min û senator Harris ji do ve dest bi kar kiriye li gel şarezayên tendirustî û aboriyê.”

Herwiha berbijêrê Demokratan amaje bi wê yekê kir, di hilbijartina Serokatiya Amerîkayê de, ku wan li wîlayetên Michigan, Georgia û Pennsylvania dengê piraniya xelkê bi dest xistine û encam weke karekî mezin bi nav kir.

Joe Biden da zanîn, bê ferq û cudahî ew dê Serokê 170 milyon kesên ku ku di hilbijartinan de dengê xwe dane ye.

Ev gotara Biden di dema hêj cudakirin û hejmartina dengan li piraniya wîlayetên Amerîkayê berdewam e û li pênc wîlayetan hêj rewş nehatiye yekalîkirin de pêk hat. Li 3 wîlayetên encama wan nehatiye eşkerekirin de Joe Biden li pêş e û li du wîlayetên din Trump li pêş e.

Berî gotara Biden bi çend saetan, Donald Trump di twîtekê de diyar kir, “Nabe Biden bi şaşî îdiaya Serokatiyê bike. Ez jî dikarim vê îdiayê bikim. Proseya yasaya nû destpê bûye.”

 

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin