Li cîhanê pêketiyên Koronayê 11 milyon kes derbas kir

Li cîhanê pêketiyên Koronayê 11 milyon kes derbas kir

PeyamaKurd – Şewba vîrusa Korona li her dere cîhanê hê jî belav dibe. Li seranserî cîhanê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine 11 milyon kes derbas kir û hejmara kesên bi vê vîrusê can dane jî nîv milyon kes derbas kir.

Li gor amarên medyayê, li seranserî cîhanê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine 11 milyon kes derbas kir û ji 529 hezar kesan zêdetir jî, ji ber wê can dane.

Li gor amaran, Amerîka welatê herî zede ye ku welatiyên wê bi vîrusa Koronayê ketine û hejmara pêketiyan gihîştiye 2 milyon û 758 hezar û 871 kesan. Herwiha 128 hezar 906 kesan zêdetir jî can dane.

Di rêza duyem a zêdebûna qurbaniyan de, Brazîl piştî Amerîka tê, ku 1 milyon û 495 hezar 628 hezar kes li wir bi vîrusa Koronayê ketine û ji 61 hezar û 862 kesan zêdetir can dane.

Herwiha Rûsya di rêza sêyemîn bi 667 hezar û 883 pêketiyan tê, lê rêjeya mirina bi Koronayê kêmtir e, ku heta niha 9 hezar 859 kesan can dane.

Di rêza çarem de Hindistan tê, hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine gihîştiye 646 hezar 924 kesan, ji wan jî 18 hezar û 656 kesan can dane.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin