Îran, tîma fîlma ku li Cannesê xelat girt, siza dike

Îran, tîma fîlma ku li Cannesê xelat girt, siza dike

PeyamaKurd-Ji Wezareta Çand û Îrşadê ya Îranê hat ragihandin ku lîstikvanên Îranî yên di fîlma “Pîredonka Pîroz” a ku ji Festîvala Fîlman a Cannesê ya 75an xelat girtibû de lîstine, dê werin sizadan. Sedema sizakirinê wekî ‘Heqareta li nirxên olî û nijadî’ hat eşkerekirin û kişandina fîlmê ya di nav Îranê de jî wekî ‘hevkarî’ hat nirxandin.

Wezîrê Çand û Îrşadê yê Îranê Muhammed Mehdî Îsmaîlî, li ser fîlmê “Pîredonka Pîroz” ku di Festîvala Fîlman a Cannesê ya 75an de xelat girtibû, daxuyaniyek da. Îsmaîlî ragihand ku dê bi awayekî teqez, derhênerê filmê yê Îranî Elî Ebbasî û lîstikvanên Îranî yên ku di fîlmê de cih girtine, bên sizakirin.

Li gorî Ajansa Xwendekaran a Nuçeyan a Îranê (ISNA), Îsmaîlî, piştî civîna kabîneyê, di derbarê fîlmê navborî yê ku ji Cannesê xelata lîstikvana jin a herî baş girtibû, daxuyanî daye. Hat ragihandin ku Îsmaîlî gotiye, “Ev fîlm,heqaretê li nirxên olî û nijadî dike. Ev fîlm li Urdunê hatiye kişandin û serlîstikvanên fîlmê, li derveyê welêt in, lîsansa wan li Îranê tuneye. Niha lêkolîn tê kirin, ger ku li welêt kesên hevkariya vê fîlmê kiribin hebin, ew ê li gorî zagona sînemayê werin sizadan.”

Fîlma “Pîredonka Pîroz” ê Elî Ebbasî, bandora xwe ji bûyera navbera salên 2000 û 2001ê digire ku kujerê bi navê Seîd Henaî, li bajarê Meşhedê yê Îranê, 16 jinên ketandî dikuje. Di vê fîlma ku xelata Cannesê ya lîstikvana herî baş a jin girt de Mehdi Becestanî û Zehra Emîr Îbrahîmî wekî serlîstikvan lîstine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin