PeyamaKurd – Nûnerê Bilind ê Pêwendiyên Derve û Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell, ji aliyê Rûsyayê ve bombekirina nexweşxaneya jin û zarokan a li bajarê Marîpolê wekî tawaneke qirêj a şer bi nav kir.
Borrell li ser hesabê xwe yê Twitterê got, bajarê Marîpol ê Ûkraynayê di bin dorpêça hêzên Rûsya de ye û li ser bombekirina nexweşxaneyê ku danê sibehê pêk hatiye wiha got:
"Bombekirina nexweşxaneya jinên ducanî ji aliyê Rûsyayê ve tawaneke qirêj a şer e. Divê demildest êrîşên hêzên rûs ên ser niştîngehan û ser karwanên sivîl bên rawestandin. Niha pêdivî bi bihurên ewle heye.”
Sekreterê Giştî yê Neteweyê Yekbûyî Antonio Guterres jî êrîşa ser nexweşxaneya Marîpolê bi tundî şermezar kir û got, “Divê ev şerê bê wate bidawî bibe. Dawiyê li komkujiyê bînin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin