PeyamaKurd – Parlamentoya Herêma Kurdistanê di dengdana îro 8ê Gulanê de, yasaya Serokatiya Kurdistanê bi 89 dengan pesend kir.
Piştî pesendkirina vê yasayê dê ji niha şûnde serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê parlamentoyê ve were hilbijartin.
Namzedê seroktiyê ji dengên 111 kûrsiyên parlamentoyê herî kêm 56 dengan werbigire dibe Serokê Herêma Kurdistanê.
Gelo piştî vê yasaya nû pîvanên namzedbûna serokatiya Kurdistanê çi ne?
- Kesê bibe namzed divê temenê wî guncaw be ango her kesê bibe namzedê serokê herêma Kurdistanê divê temenê wî ji 40 salan kêmtir nebe.
- Her kesê bibe namzed nabe ti tawanek kiribe û divê ji heyama rejîma Beas ti tohmet li ser nebin.
- Namzed divê xelkê herêma Kurdistanê be û niştecîhê herêma Kurdistanê be.
- Divê namzed ji hemû mafên sivîl û siyasyî behremend be.
Her kesên ku bixwazin bibin namzed divê CVyên xwe pêşî bigihînin ber destê dîwana serokatiya Parlamentoya Kurdistanê. Piştre jî ew CV li Dadgeha Bilind tên nirxandin û kesên guncaw bin dibin namzedên serokatiyê.
Heta niha tenê Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî namzediya xwe eşkere kiriye.
Saziya Serokatiya Herêma Kurdistanê, piştî ku Serok Mesûd Barzanî payîza 2017an gotibû, ew êdî serokatiyê nake bi awayekî demkî hatibû pasîfkirin û desthilata serokê herêmê jî bi ser hikûmet û parlementoyê de hatibû dabeşkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin