Barzanî: “Bo xala 140 ê destpêke”

Barzanî: “Bo xala 140 ê destpêke”

PeyamaKurd – Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Baranî li ser peymana nevbera Hewlêrê û Bexdayê ya li ser devera Şengalê ku îmzekirin got ku ev destpêka bicîhanîna xala 140 ê ya destûrê ye. Barzanî ragihand ku bi mehaye di navbera her dû hukumetan de muzakere dewam dikirin û ev peyman wê alîkariyê bide xelkê Şengalê da vegerin malên xwe. Mesrûr Barzanî got normalbûna devera Şengalê bo xelkê Şengalê, bo vegerin ser axa xwe, bo çarenûsa xelkê, xwediyê roleka girînge û weha got:

“Her dû teref bo li Şengalê xizmeta rêvebirî, ewlekarî û xizmetên din bên kirin, di rêvebiriya hevpar de lihev kirine. Ev peyman destpêka cîbicîkirina xala 140 ê ye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand ku di pey îmzakirina peymanê de, li serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî geriyaye û sipasiya xwe bo heyetên her dû aliyan ragihandiye. Barzanî di mijara peymanê de weha got:

“Ev belegeye ku hukumeta Herêma Kurdistanê û hukumeta Federal li ser esasê berjewendiyên weka hev bi koordînasyon bixebitin û wê bêhtir tiştan bidestbixin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin