Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransayê li ser êrîsa terorê axivîn

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransayê li ser êrîsa terorê axivîn

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian bi rêya pêwendiyeke telefonî axivîn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li hesabê xwe yê Twitterê got, “Bi axaftina ligel hevalê xwe Jean-Yves Le Drian xweşhal bûm.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser naveroka pêwendiyê jî da xuyakirin, “Me behsa êrîşa terorê ya vê dawiyê ya li ser Hewlêrê û lêkolînên di wê derbarê de kir.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir, “Me behsa bihêzkirina pêwendiyên dostane di navbera Herêma Kurdistanê û Fransa de kir.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin