Pompeo: Wê alîkarîya bi HSD û Kurdan re bidome

Pompeo: Wê alîkarîya bi HSD û Kurdan re bidome

Her çiqasî piştî biryara Donald Trump navbera Amerîka û Hêzên Sûrîyeya Demokratîk sar bûbe jî, rayedar û senatorên Amerîkî di wê bawerîyê de ne ku divê Amerîka pişta xwe nede Kurdan û wan bi tenê nehêle.

Di derbarê rewşa Sûrîyê û HSG de Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, di derbarê pêşeroja koçberan de bala hevkarên xwe yên Ewrûpî kişand û di derbarê polîtîka Sûrîyê de alîkarî û piştgirî ji wan xwest.

Pompeo, di serdana xwe ya Almanyayê de axivî, bal kişand ser Hêzên Sûrîyeya Demokratîk jî û got ku “ Me li dijî ÎŞÎDê piştgirîyek mezin da HSD û wê ev piştgirî û desteka me bidome. “

Pompeo, di axavtina xwe de bal kişand ser zêdebûna rejîmên dîktator, welatên wek Rûsya, Çîn û Îranê bi tundî rexne kir û ji rayedarên Almanyayê xwest ku li dijî dîktatoran alîkarîya Amerîkayê bikin.

Pompeo, ne di wê bawerîyê de ye ku Amerîkayê terka Kurdan kiriye û pirsa rojnamevanekî bi vî haweyî bersivand:

“ Amerîkayê terka Kurdan nekiriye. Li berovajî wê, Amerîkayê li dijî ÎŞÎDê alîkarîyek mezin daye HSD û Kurdan. Me bi alîkarîya hevpeymanên xwe xîlafet têk bir. Ji bo ku ev yek dubare nebe, hikûmeta me berhemek mezin da Kurdan. Emê piştgirîya bi Kurdan re bidomînin, ji ber ev yek di berjewendîya me de ye. “

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin