PeyamaKurd- Li Kurdistana Rojhilat xelk ji meclisa Tehranê bêhêvî bûye û gotinên bo hilbijartinan tên kirin nema tên guhdarîkirin û rola parlementeran di meclisa Tehranê de nemaye. Di dema pêvajoya hilbijartinan de kes nikare behsa Kurdan bike an behsa neteweyekî dinê bike. Lewra xelkê Kurdistanê kêm çûn ser sindoqan. Îranê hilbijêran tehdîd dikir da herin ser sindoqan lê partiyên Kurdistanî û piraniya xelkê neçûn ser sindoqan.
Hilbijartin, li Kurdistana Rojhilat duhî birêve çû. Li 4 parêzgehên Kurdistanê, li parêzgehên Urmiye, Sine, Kimaşan û Îlamê, 5 milyon û 979 hezar û 80 kesan mafên wan yên dengdanê hene. Ji van hilbijêran tenha 1 mîlyon û 918 hezar û 80 kesan deng daye.
Ev jî tê vateya ku xelkê Kurdistanê tenha %32 deng dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin