Parêzgariya Wanê daxuyaniyek li ser penaberan belav kir

Parêzgariya Wanê daxuyaniyek li ser penaberan belav kir

PeyamaKurd – Parêzgariya Wanê di derbarê penaberan de daxuyaniyek belav kir û da zanîn, di encama tedbîrên wan de rêjeya hatina penaberan ji sedî 50 daketiye. Opozîsyon jî dibêje: "Rastî ev e ku ve meselê (mijara koçberan) ciwanên li herêmên me yên pêşneketî tarûmar kirine, jiyana ciwanên Tirk jî û Kurd jî tarûmar kiriye.”

Ev demeke hatina penaberên Afganî, Îranî û Pakistanî li ser sînorên Îranê ji bo nav axa Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê berdawam e. Herî dawî dîmenên desteserkirina 300 penaberan  li navçeya Çaldiran ya wê parêzgehê li ser torên civakî gelek karvedanên xelkê navçeyê û Tirkiyê li pey xwe anîbûn.

Parêzgariya Wanê, îro di daxuyaniyekê de derbarê wan dîmenan û hatina penaberên nav axa Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî belav kir û destnîşan kir, di encama hewl û xebatên wan yên rûbrûbûna hatina penaberan de, rêjeya hatinê ji sedî 50 daketiye û dibêje ew rûbirûyî qaçaxiya mirovan ya li navçeyê jî dibin.

Parêzgariyê eşkere kir, ew li ser sînorê parêzgeha Wanê rêgiriyek cidî li hember hatina penaberan dikin û tekez jî kiriye, tedbîr û kontrolên wan dê berdewam bin.

Derbarê dîmenên ku li ser torên civakî jî belavbûne parêzgarî dibêje: “Ew dîmen ne yên nû ne. Hefteyek berî niha ji aliyê tîmên me ve operasyonek li dijî maleke ku penaberan xwe lê veşartibûn hatiye encamdan, wan penaberan dixwestin birevin, lê pişt re ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin desteserkirin û ji bo li welatên xwe bên vegerandin, ji bo navêndên vegerandinê hatine veguhastin. Ew dîmên yên wan penaberan in.” 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin