Biden ji Netanyahu re: Ser rawestîne

Biden ji Netanyahu re: Ser rawestîne

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden daxwaz ji Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu dike ku bi rengekî demkî şer rawestîne.

Koşka Spî diyar kir, Serokê Amerîkayê Joe Biden di pêwendiyeke telefonî de daxwaz ji Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu kir ku bi rengekî demkî şer rawestîne, bi merema gihîştina alîkariyên mirovî ji bo Xezzeyê û derfeta azadkirina revandiyan.

Herwiha hat zanîn, Biden ji Netanyahu daxwaz kiriye sê rojan agirbestê ragihîne ku derfeta azadkirina 10 heta 15 revandiyan ji bin destê Hamasê.

Li gor zanyariyan, Netanyahu tekez kiriye bi ti awayî rêyê nade sotemeniyê ku derbasî Şerîda Xezzeyê bibe û agirbestê jî ranagihîne heta revandî ji aliyê Hamasê ve neyên azadkirin.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin