PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin diyar kir ku wan dest bi bersivdayina êrîşa baregehê kirine û got, "Ev destpêka bersiva me ye."
Austin ragihand ku wan dest bi bersivdana êrîşa 28ê Çileyê ya li dijî baregeha Amerîkayê ya li ser sînorê Sûriye û Urdunê kiriye.
Wezîrê Amerîkî ragihand ku herî kêm 85 armancên Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê (Pasdaran) û komên milîs ên girêdayî wê li Iraq û Sûriyê bi êrîşên esmanî hatine xistin.
Austin got, "Ev destpêka bersiva me ye. Serok Biden talîmat da me ku em gavên din bavêjin da ku DMO û hevkarên wê ji bo hedefgirtina hêzên Amerîka û Koalîsyonê berpirsyar bin.”
Herwiha diyar kir ku ew ê êrîşên xwe di dem û cihên ku tercîha xwe bikin berdewam bikin. Herwiha li Rojhilata Navîn li şerekî nagerin. Lê wî got, ew ê berdewam bin li ser bersivdana êrîşên li dijî leşkerên Amerîkî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin