PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di gotara xwe ya Parlamentoya Tirkiyê de, got, "Em ne li derve ne jî li hûndir ti carî dijminatiya Kurdan nakin, lê em dê têkoşîna dijî YPG û PKKê re heta dawiyê bidomînin.”
Çavuşoglu herwiha diyar kir ku Tirkiye di rewşeke zehmet de derbas dibe û hewil dide di nav herêma çembera agir de polîtîkayeke serkeftî ya derve bimeşîne.
Wezîrê tirk derbarê plana nexşerêya Minbicê ya bi Amerîkayê re û derbasbûna rojhilatê Firatê jî got, “Em hevdîtinên bo encamdana plana nexşerêya Minbicê bi Amerîkayê re berdewam dikin û li demeke herî nêzîk em derbasî Rojhilatê Firatê bibin. Em bawer in dê di rojên pêş de nexşerêya Minbicê were temamkirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin