PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di êrîşa li dijî herêma Qirimê ya girêdayî Rûsyayê de 11 pêgerên hewayî yên bêmirov hatin xistin û depoyeke cebilxaneyê ya li herêmê jî ji aliyê balafireke bêmirov ve hat xistin.
Midûrê Kirimê yê Rûsyayê Sergey Aksenov li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û diyar kir, di êrîşa li herêmê da 11 balafirên bêmirov hatin xistin.
Aksenov destnîşan kir ku li Cankoyê balafireke bêmirov li depoya cebilxaneyê ketiye û got ku di êrîşan de malek jî xisar dîtiye.
Aksenov diyar kir, kesên li gundên derdorê hatine veguhestin bo cihên din.
Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hat diyarkirin ku Ukraynayê di şeva 24ê Tîrmehê de hewl daye êrîşî nîvgiravê bike û wiha hat gotin, "14 balafirên bêmirov ên Ukraynayê bi amûrên şerê elektronîk hatin desteserkirin. 11 ji wan ketine Behra Reş û 3 jî li ser xaka Kirimê."
Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin, 3 balafirên bêmirov ji aliyê pergalên berevaniya hewayî ya Rûsyayê ve hatine xistin û di encama "êrîşa terorê" ya ku hat astengkirin de tu ziyanên canî çênebûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin