PeyamaKurd – Di êrîşa dagirkirina Ûkraynayê ya ji aliyê Rûsyayê doh 24ê Sibatê berbangê hatibû destpêkirin de, hêzên rûsî be bi navendên girîng ên Ûkraynayê û paytex Kîevê ve bipêş ve diçin.
Li gorî zanyariyên dawî yên çavkaniyên Ûkraynayê, tankên Rûsyayê gihîştine navenda bajarê Kîevê û li ber hin avahiyên dewletê jî cih bi cih şer û pevçûnan dest pê kiriye.
Serokomarê Ûkraynayê Volodimir Zelensky daye xuyakirin ku îro 25ê Sibatê ji bo wan rojeke dijwar e û ew li bendê ne êrîşa bi tankan bi ser wan de dest pê bike.
Serokomarê Ûkraynayê Volodimir Zelensky, di peyameke vîdyoyîde ragihandiye ku Ewropa û NATO ti garantîyeke ewlehiyê nadin wan û ew di vî şerî de bi tenê hatine hiştin.
Li aliyê din bi sed hezaran welatiyên ûkraynî di rêya koçê de ne û ber bi welatên Polonya û Moldova ve diçin ku bi dehan kîlometre dora otomobîlan li ser rêyan çêbûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin