Sûdan | Hejmara kustiyan bû 100 kes, 40 term ji Nîlê derketin

Sûdan | Hejmara kustiyan bû 100 kes, 40 term ji Nîlê derketin

PeyamaKurd - Di encama mudaxeleya keşkeran a xwepeşandanên neraziyên rêveberiya leşkerî ya demkî de, hejmara miriyan gihîşt 100 kesan.

Li gorî ragihandina BBCyê hejmara sivîlên bi mudaxeleya hêzên ewlekariya Sûdanê hatine kuştin bûye 100 kes ku 40 term jî ji çemê Nîlê hatine derxistin.

Doktorên alîgirên daxwazkarên demokrasiyê li Sûdanê ragihandin ku ‘Doh 40 termên şehîdan’ ji rûbara Nîlê hatine derxistin.

Berî niha jî hatibû ragihandin ku di nav 3 rojên dawî de 60 kesan ji ber mudaxeleya leşkeran can dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin