Li Misrê ji bo 75 kesan cezayê idamê derket!

Li Misrê ji bo 75 kesan cezayê idamê derket!

PeyamaKurd- Îxwan-i Muslimîn yên li Misrê di sala 2013an de ji bo piştgiriya Muhammed Mursî derketibûne sikakan û protesto li dar xistibûn. Îro dadgehê li dijî wan biryara xwe da: Ji bo 75 kesan idam.

Li Misrê darizandina rêvebirên Îxwan-i Muslimîn yên bi navên Muhammed el Biltaci û Alîkarê Serokê Partiya Hurriyet û Edaletê yê Şaxê siyasî yê Îxwan-i Muslimîn Îsam el Aryan û 73 endamên wan bi dawî bû. Di heqê van 75 kesan de cezayê idamê hate dayîn. Ji van jî 31 kes firar in. Ev 75 kes ji ber protestoyên li meydana Rabitatul Adewiyyê dihatin darizandin.

739 kes hê jî têne darizandin. Di derheqê van de jî tê hêvîkirin ku di 8 Êlûnê de biryar wê derkeve.

Piştî ku Muhammed Mursî bi hilbijartinê bû Serokomarê Misrê, di Temûza 2013an de Abdulfettah el Sisi darbeyek pêk anî û Mursî ji desthidariyê daxist. Li ser van geşedanan, hevalbendên Mursî li Qahîrê li dijî Sisi protesto pêk anîbûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin