Suleyman Soylu: Li helîkopterê siwar bûn û hatin

Suleyman Soylu: Li helîkopterê siwar bûn û hatin

PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu, beşdarî hevdîtinên parlamenê yên budçeya 2021ê bû. Soylu cara yekem piştî du meh bi ser bûyera îşkence û avêtina ji helîkopterê ya Servet Turgutê piştre jiyana xwe ji dest dabû û Osman Şiban bersiva pirsên parlamenteran da.

Soylu li ser bûyera 11ê Îlona 2020an ku Servet Turgut û Osman Şiban piştî îşkenceyê ji aliyê leşkeran ve ji helîkopterê hatibûn avêtin bêyî ku behsa îşkence û avêtina wan bike ew herdu kes bi milîstiya PKKê tawanbar kirin.

Soylu dibêje, dema operasyonê fermandarên leşkeran hatine kuştin û wan jî ew milîs desteser kirine û wiha didomîne: “Servet Turgut li cihê bûyerê ye. (cihê ku leşker hatine kuştin) Osman Şiban jî 3 PKKyî hewandine mala xwe. Li helîkopterê siwar bûn û hatin. Piştî vê çi hebe, emê di encama lêpirsînan de derxin holê.”

Di bûyera îşkence û avêtina ji helîkopterê de ku li navçeya Çatak a Wanê qewimî bû, Servet Turgut piştre jiyana xwe ji dest dabû û Osman Şiban jî ji ber îşkenceyên giran û avêtina ji helîkopterê piştî demeke dirêj nehatibû ser hişê xwe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin