Îran: Em ê êrîsa bejayî li ser Herêma Kurdistanê bikin

Îran: Em ê êrîsa bejayî li ser Herêma Kurdistanê bikin

PeyamaKurd – Fermandarê Supaya Qudsê ya Supaya Pasdarên Îranê Îsmaîl Qaanî roja Duşemê serdaneke neragihandî ya du rojan li Bexdayê kir  û di civînan de bi taybetî li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê gotûbêj hatin kirin.

Ajansa Associated Press diyar kir, Îsmaîl Qaanî ji berpirsên Iraqî re gotiye, eger sînorê Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê tund nekin, wê êrîşa bejayî li ser Herêma Kurdistanê bikin.

Li gor zanyariyan, du berpirsên Şîe, du serokên komên çekdar ên nêzîkî Îranê û rayedarekî bilind ê Kurd ku nexwestine navên wan werin eşkerekirin, ji ajansa nûçeyan a Amerîkî re gotine, Qaanî bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re hevdîtinek pêk aniye û Serokomarê Iraqê Abduletîf Reşîd, hêzên di nav Çarçoveya Hevahengiyê û komên çekdar ên ser bi Tehranê re civiyaye û ji wan re gotiye ku du şertên Îranê hene û eger wan mercan pêk neynin, wê êrîşa bejayî li ser Herêma Kurdistanê bike.

Herwiha hat destnîşankirin ku divê partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê çekên xwe deynin.

Duyem jî, divê artêşa Iraqê li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê were bicihkirin da ku Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji sînor derbas nebin.

Îran partiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi handana xwepêşanderan li dijî hikûmetê û şandina çekan ji bo nav Îranê tohmetbar dike, lê hikûmetê heta niha tu belge ji bo piştgîriya wan îdiayan pêşkêş nekiriye.

Herwiha di heman demê de berpirsên Iraqî ji ajansa Associated Press re gotin, tu belgeyek li ser tohmetbarkirina Îranê li dijî partiyên Rojhilatê Kurdistanê nedîtine.

Li gor nûçeya Associated Press, “Ne diyar e ku gefên Îranê çiqasî cidî ne, lê ev yek Bexdayê dixe nava lezê. Ev cara yekem e ku rayedarên Îranî eşkere gefa êrîşeke bejayî piştî çend mehan ji alozîyê dixwin û bang li Iraqê dikin ku komên opozîsyonê yên ku li axa wê kar dikin bêçek bike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin