PeyamaKurd - Cenzeyê niştimanperwerê Kurd, Serokê berê yê Tevgera Azadiya Kurdistanê ya Kafkasyayê, û Serokê Komara Kurdistana Sor Wekîl Mustafayev ê ku li Belçîkayê koça dawiyê kiribû îro gihaşt Hewlêrê.
Biryar e saeet 15.00 merasîma fermî ya veşartina Mustefayev li parka Samî Ebdulrehman destpê bike û piştre li Goristana Şêx bi axê bê spartin. Îro termê wî li ser erkê nivîsingeha Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî digihîje Hewlêrê û li ser wesiyata wî li Kurdistanê bi axê tê spartin.
Temenê Wekîl Mustefayev 81 sal bûn. Wî di hemû jiyana xwe de hesrata Kurdistaneke serbixwe kiribû Di wesiyeta xwe de dibêje, ji ber min nikarîbû azadiya Başûrê Kurdistanê bibînim, cenazeyê min li wir bispêrin axê.
Wekîl Mustafayev di 1938an de li Semerkanta Ozbekistanê hatiye dinyayê. Mustafayev ji Kurdên Celalî ye 17 saliya xwe de beşdarî Artêşa Rûsyayê bû. Perwerdehiya bijişkî dît lê bijişkî nekir. Di navbera salên 1955-1963yan de di Artêşa Rûsyayê de cih girt. Di sala 1967an de ji fakulteya hiqûqê derçû. Di sala 1992yan de Kurdistana Sor ragihand lê heman salê rêveberiya wê belav bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin