PeyamaKurd - Wezîrê tenduristiya hikûmeta demkî ya Îsraîlê li gel hevjîna xwe ber vîrusa koronayê (Covid-19) ket.
Îro Pênşemê (02.04.2020) hikûmeta Îsraîlê ragehand, wezîrê tenduristiyê Yaakuov Litzman û hevjîna wî ber vîrusa koronayê ketine.
Wezîrê tenduristiya Îsraîlê Haham Yaakuov Litzman 71 saliye û ji destpêka derketina vîrusa korona ve bo pêşîgirtina li vîrusa korona daxwaz kiribû qedexeya kombûnan li cîhên olî negre naxwe û beşek ji çapemeniya Îsraîlê jî ew daxwaza wî wek sedemê belavbûna şewba vîrusa korona ya li welat pênase dikin.
Wezareta tenduristiya Îsraîlê ragihand, wezîrê tenduristiyê û hevjîna wî dê bikevin karantînaya bijîşkî de.
Heta niha hezar û 211 kes li Îsraîlê ber vîrusa koronayê ketine û ji wê hejmarê 241 kes baş bûne û 30 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin