PeyamaKurd - Li gor lêkolîna Yekîtiya Otêlvanên Tirkiyeyê (TUROB) di 4 mehên ewil ên îsal de ji her çar tûrîstên ku çûn serdana Stenbolê yek jê Ereb bû.
Di lêkolîna TUROBê ya der heqê mijarê da tê payîn ku hejmara tûrîstên ji Rojhilata Navîn tên Tirkiyeyê zêdeti bibe. Zêdebûna hejmara tûrîstên Ereb di meha Remezanê da didome.
Ji Rojhilata Navîn hejmara tûrîstên ku di sala 2017an da hatin Tirkiyeyê li gor pêrar ji sedî 44 zêde bû û gihîşt 3,6 milyon kesî û di çaryeka ewil a îsal da jî ev reqam ji sedî 45 zêde bû û gihîşt 703 hezar kesî. Di nav ziyaretvanên ku tên Stenbolê da hejmara kesên ji welatên Ereban tên zêdetir e û ev reqam jî bi îstiqrar dewam dike. Ji her 4 tûrîstên bajarê Stenbolê ziyaret dikin kesek Ereb e.
Di sala 2010î da hejmara tûrîstên Ereb ên hatine serdana Stenbolê ji sedî 10 bû û ev yek di sala 2017an da rekora hemû salan serobin kir û derket ji sedî 24,3an. Par 10 milyon û 840 hezar tûrîst hatin serdana bajêr û ji wan 2 milyon û 630 hezar Ereb bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin