CHP derbarê krîza Sûriyê de konferanseke navnetewî saz kir

CHP derbarê krîza Sûriyê de konferanseke navnetewî saz kir

PeyamaKurd -Partiya Gel a Komarê (CHP) di derbarê çareseriya pirsa Sûriyê de îro li Stenbolê konferansekê saz dike. Tevî  serkirdeyên CHPê gelek siyasetmedar û akademisyen jî beşdarî konferansê dibin.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di axaftina xwe ya li konferansê got, “armanca me ew e ku xwîna li herêmê diherike raweste û bikin ku xelkê herêmê bi awayekî hêvîdar li dahatuya xwe binere.”

‘JI BER POLÎTÎKAYÊN ŞAŞ ÊN TIRKIYÊ ŞERÊ LI SÛRIYÊ GURTIR BÛ’

Kemal Kiliçdaroglu got, “Ji ber polîtîkayên şaş ên Tirkiyê şerê li Sûriyê gurtir bû. Em bi vê konferansê hêvî dikin vî agirî vemirînin û peywendiyên dîrokî yên Tirkiyê û Sûriyê xurt bikin û bikin ku politikaya derve ya Tirkiyê bikeve xeteke aştîwaz.”

‘ARMANCA ME SEKINANDINA XWÎNÊ YE’                                        

Kiliçdaroglu herwha got armanca me sekikandina xwînê ye lê zêde kir: “armanca me ew e ku xwîna li herêmê diherike raweste û bikin ku xelkê herêmê bi awayekî hêvîdar li dahatuya xwe binere.”

Kiliçdaroglu herwha teqez kir, “Em hêvî dikin ku makezagona nû ya Sûriyê Sûriye demokratik bike.”

Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî gotarekê pêşkêş kir û diyar kir ku polîtîkayên heyî yên Tirkiyê ne bes in: “Taliya talî ji bo ku welatî di şert û mercên herî guncaw de vegerin ser xaka xwe em dixebitin û divê em bixebitin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin