PeyamaKurd - Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê derbarê hejmara pişkinînên li bajarên Herêma Kurdistanê û cudahîyên wan hejmaran daxuyaniyeke zelalkirinê belav kir.
Di daxuyaniyê de tê gotin ku guhertina hejmara tûşbûyên vîrûsa koronayê li gorî rêjeya kesên ketine qerentîneyê û pişkinînên dema derketina wan têne encamdan ku ew jî asayî ye ku di navbera bajaran de guhertin çêbibin.
Daxuyanî wiha ye:
Derbarê hejmara wan pişkinînên ku rojane dihêne encamdan û ragehandin, ew pişkinînên hanê li navendên bajarên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê dihêne encamdan û rojane cudahî dê hebe li hejmarên wan pişkinînan; ev jî li gor hebûna hejamra kesên gumanlêkirî û hevwelatîyên korentînekirî. Bo nimûne duhî û pêrê li Hewlêr hejmara pişkinînan gelek bûn, bi sedema hebûna hejmareka mezin ji berkevtîyên pizîşkekê bajarê Hewlêrê, ku berê ew pizîşik wek tûşbûyê wê nexweşîyê hatibû destnîşankirin. Herweha bilindbûn û nivîmbûna hejmara pişkinînan girêdayî ye bi hejmara wan hevwelatîyên ku dema korentînekirina wan temam dibe û di dawî roj de pişkinî bo wan jî dihête encamdan.
Bi hêvîya selematîyê bo hemû alîyan
Wezareta Tenduristîyê
15yê Adarê 2020
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin