PeyamaKurd - Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku bi qasî 500 milyon dînar ji bo qerebûkirina ziyandîtiyên lehiya Hewlêrê hatiye terxankirin û wê bê xerckirin.
Fermangehê eşkere kir ku ew pere ji budceya parêzgeha Hewlêrê bi awayekî neqdî weke qonaxa yekem ji bo qerebûkirina ziyandîtiyên lehiyê dê were xerckirin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê rizamendî da li ser terxankirin û xerckirina 500 milyon dînar ji budceya parêzgeha Hewlêrê û bi awayê neqdî weke qonaxa yekem ji bo qerebûkirina welatiyên ku ji ber lehiya roja 30ê Cotmeha 2021ê li parêzgeha Hewlêrê û navçe û nahiyeyên wê, tûşî ziyan bûn.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin