6 partîyên opozîsyona Tirkîyê cara duyem li hev civiyan

6 partîyên opozîsyona Tirkîyê cara duyem li hev civiyan

PeyamaKurd – Piştî ragihandina pêşnûmeya vegera li sîstema parlamentariya bihêz, 6 partiyên opozîsyona Tirkiyê careke din li hev kom bûn.

Serokê Giştî yê DEVAyê Alî Babacan li navenda partiya xwe ya Enqerê, îro 28ê Adarê pêşwazî li Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdoroglu, Seroka IYIPê Meral Akşener, Serokê Partîya Dahatû Ahmet Davutoglu, Serokê Partîya Saadetê Temel Karamollaoglu û Serokê Partîya Demokrat Gultekîn Uysal pêşwazî kir.

Di daxuyanîya piştî civînê de hat gotin ku ew 6 partî bi biryar in ku Tirkîyê ji van rojên tarî ango krîza aborî derxînin ronahîyê û hat ragihandin, ew li ser pirsgirêkên navxweyî yê Tirkîyê û şerê dawî yê ser Ukraynayê rawestiyane.

Wan 6 partiyên opozîsyona Tirkiyê civîna xwe ya yekem 12ê Şibatê li dar xistibûn û 28ê Sibatê jî Deklerasyona Sîstema Parlementerîya Bihêzkirî eşkere kiribûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin