PeyamaKurd - Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hacî Mehmûd li ser wefata parêzgerê Hewlêrê Dr. Firset Sofî peyameke serxweşiyê belav kir.
Mihemed Hacî Mehmûd serxweşî li malbata parêzgerê Hewlêrê Dr. Firset Sofî kir û got, “Xwedê jê razî berdewam li dû yekrêziya siyasî ya Kurdistanê bû. Ji dest dana Dr. Firset windayiyek bû bo hemû xelkê Kurdistanê û bajarê Hewlêrê û me hemû aliyan.”
“Bi navê xwedayê mezin û mêhreban
Malbata birêz a kesûkarê xwedê jê razî parêzgerê Hewlêrê Dr. Firset Sofî, bi xemeke zêde ve nûçeya koça dawî ya Dr. Firset ê kesekî aram û ser hemda xwe geheşt min. Xwedê jê razî berdewam li dû yekrêziya siyasî ya Kurdistanê bû. Ji dest dana Dr. Firset windayiyek bû bo hemû xelkê Kurdistanê û bajarê Hewlêrê û me hemû aliyan.
Em ji dil ji ber koça dawî ya Dr. Firset dilgiran in, hevbeşê xema mezin a hevjîn û malbata kesûkar û hewkarên wî yên hikûmetê û parêzgehê û temamê xelk bajarê Hewlêrê ne.
Ji xwedayê mezin daxwaz dikin giyanê Dr. Firset ya pak bi beheşta xwe şad bike û sebr û aramiyê bide me hemû aliyekî.
Ana lle we ana aliye raciun
Mihemed Hacî Mehmûd
18.11.2020”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin