PeyamaKurd – Dewleta Fînlandiyayê bi Amerîkayê re peymanekî îmze kir û wê 64 balafirên şer yên herî modela nû ya F-35 ji Amerîkayê bikire. Ji ber li rojhilatê Awrûpayê komkirina leşker û alavên leşkerî zêde dibin, di dawiya sala borî de rêvebiriya Fînlandiyayê ji bo ji şîrketa Amerîkî ji Lockheed Martinê balafirên F-35 bikire amadekariya xwe dikir û di encamê de niha peymanê îmze kir.
Her çendîn Peyman hatiye îmezkirin jî dibe ku teslimata balafiran heya sala 2027 an nebe. Di nav peymanê de xizmeta perîyodîk, perçên îhtîyadî û perwerde heye.
Fînlandiya ne endamê NATO yê lê endamê YA ye û wezareta bergiriyê ya Fînlandiyayê ragihand ku ti têkiliya kirîna balafiran bi aloziya Ûkraynayê tine. Dewlet tenê dixwaze bergiriya xwe ya leşkerî xwurttir bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin