PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Joe Biden, li ser “Plana Amerîkaya Ewledar” daxuyaniyek da û ragihand ku ew ji bo qedexekirina çekên êrîşê yên li Amerîkayê, bi biryar e.
Joe Biden, di axaftina xwe ya ku îro li Pensilvanyayê kir de bal kişand ser tawanên çekdariyê û ji bo ku ev tawan werin kêmkirin û pêşî li tundiyê bê girtin, eşkere kir ku wan “Plana Amerîkaya Ewledar” amade kiriye û di derbarê naveroka vê planê de agahî dan.
Serokê Amerîkayê da zanîn ku ew ji ber bûyerên çekdarî yên li Amerîkayê çêdibin, bi guman e û gotina xwe bir ser salên 1994an ku li Senatoyê erkdar bûye û di wan salan de li ser çekên êrîşê, qedexe hebûye. Biden li ser vê bibîrxistinê got,
“Ez bi biryar im ku li vî welatê car din çekên êrîşê qedexe bikim. Min beriya niha careke din jî qedexe kiribû, ez ê car din bikim. Ev çek, li Amerîkayê kujerên yekemîn ên zarokan in. Gelek zarok, ji ber van çekan dimirin. Li vî welatî, li kuçeyên Amerîkayê her roj kujerî çêdibe.”
Serok Joe Biden bal kişand ser plana ku hatiye amadekirin û got,
"Dema ku li vî welatî ewlehî bibe mijara gotinê, bersiv ew e ku polîs werin fînansekirin. Em ji wan wisa dikevin nav bendewariyê ku ew me biparêzin, bibin derûnînas, bibin civaknas. Ez êdî aciz bûm ku alîkariya wan a pêwîstiyan nedim wan…
Ji bo em baweriya gel a di warê ewlehiyê de car din bi dest bixin, divê em zêdetir perwerde bikin û bikaribin hesabê bidin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin