PeyamaKurd- Li paytextê Kurdistanê li Hewlêrê di navbera karsazên Kurdistanê û Siûdî Erebîstanê de levhatin çêbû. Karsazan li hev kirin ku di navbera her du dewletan de bazirganî û ticaret were zêdekirin.
Di civînan de biryarek hate standin ku di navbera Riyad û Hewlêrê de ji bo hevkariya aboriyê, komîteyek were avakirin.
Serokê Federasyona Pîşesaziyê ya Kurdistanê Dara el-Hayyat jî got ku ev civînên di navbera me de, ji bo hevkariyê, gaveke girîng e.
Alîkarê Serokê Şirketa Nameya Faysal Haruş el-Carba jî daxuyaniyek da û got ku em dixwazin di gelek qadan de razemeniyan li Herêma Kurdistanê bikin. Di destpêkê de baştirkirina restorantan û xizmetên teknolojiyê ji bo me armanc in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin