Ukrayna: Elektrîka Santrala Zaporijyayê qut bû!

Ukrayna: Elektrîka Santrala Zaporijyayê qut bû!

PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Kompaniya Enerjiya Nukleerî ya Dewleta Ukraynayê (Energoatom) ve hat ragihandin ku ji ber êrîşên Rusyayê, zerar gihîştiye xetên voltajê û elektrîka Santrala Zaporijyayê qut bûye.

Energoatomê, bi rêya daxuyaniyê eşkere kir ku êrîşên Rusyayê, zerar gihandine xetên voltaja bilind û ji ber vê yekê jî elektrîka ku tê Santrala Zaporijyayê, bi temamî qut bûye.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo ku santral bi navbeynkariya jeneratoran bê xebitandin, bes bi qasî 15 rojan hêza  sotemeniyê heye.

Santrala Zaporijyayê ku wekî santrala herî mezin a Ewropayê ya nukleerî tê zanîn, di 4ê Adarê de ji aliyê hêzên Rus ve hatibû desteserkirin û niha jî di bin kontrola Rusan de ye.

Ji ber xisarên ku ji ber êrîşên li derdora santralê çêdibin jî rayedarên Rusya û Ukraynayê, hev û din tawanbar dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin