PeyamaKurd – Tuğgeneral Bilal Çokay, li ser sînorê navbera Tirkiyê û Sûriyê li navça Akçakale ya Rihayê wezîfe dikir û navê wî bi karê qaçaxî ya mirovan derketibû. Di ereba meqamê xwe de mirovan bi qaçaxî bi pera derbas dikir.
Li ser mijarê wezareta berevaniyê ya Tirkiyê (MSB) ew xaneşîn kir. Piştî xaneşîn bû li payîtexta Tirkiyê Ankara wî xistin binçav û ji Ankara wî birin bajarê Rihayê navça Akçakale. Tuğgeneral Bilal Çokay li Akçakale derxistin ber dadgehê û dadgeh biryara girtina wî da û wî şand zîndanê.
Li ser mijarê şêwirmendê wezareta bergiriyê û berpirsê ji bo têkiliyên bi xelkê Tuğamiral Zeki Aktürk weha got:
“Tuğgeneralê ku li Sûriyê wezîfe dikir, zabitê fermanberê wî û parastvanên wî, bi ereba meqamê wî karê qaçaxiya mirovan dikir û ji aliyê me de hat tesbîtkirin û me agahiyan da serdozgeriya Akçakale.
Di çarçova lêpirsîna dihat kirinde, li ser agahiyên ku me bidest xist, me şand serdozgeriya Akçakale û serdozgerî biryara binçavkirina general da. Di babetê de pêvajoya îdarî û edlî bi hevre di nav hev de dewam dike.
Di artêşa Tirkiyê de kî li dijî ûsla dîsîplînê û qanûnan tevbigere, her kî dibe bila bibe, bê em li rutba wî binêrin, wê di derbarê wî de qanûn bên bikaranîn.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin