Mesrur Barzanî pêswazî li Bogdanov kir

Mesrur Barzanî pêswazî li Bogdanov kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Nûnerê Serokê Rûsyayê Wladimir Pûtin bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihaîl Bogdanov kir. 

Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên li Iraqê û herêmê û pêwendiyên Hewlêr-Moskowê hatin gotûbêjkirin.

Bogdanov îro Çarşemê gihîştibû paytexta herêma Kurdistanê Hewlêrê û bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtinek pêk anîbû.

Hat ragihandin ku Bogdanov du rojan li herêma Kurdistanê danûstandinên xwe didomîne ku van kêliyan bi Serok Mesûd Barzanî re di civînê de ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin