Kurdistan | 9 Nîsan - Salvegera hilwesîna dîktatoriya Sedam betlana fermî ye

Kurdistan | 9 Nîsan - Salvegera hilwesîna dîktatoriya Sedam betlana fermî ye

PeyamaKurd - Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, sibê bi helkefta şanzdemîn salvegera azadkirina Iraqê û hilweşandina rêjîma dîktatoriya Sedam Husên li Kurdistanê bêhnvedana fermî ye.

Dizeyî da zanîn ku sibê (9 Nîsanê) bêhnvedana fermî ye û got, ji ber ku sibê helkefta salvegera azadkirina Iraqê û hilweşandina rêjîma dîktatoriya Sedam Husên e, loma bêhnvedana fermî hatiye ragihandin.

Hêjayî bîrxistinê ye, Amerîkayê şeva 20ê Adara sala 2003yan êrîşî Iraqê kir û roja 9ê Nîsana 2003yan jî Iraq bi temamî ket bin kontrola Amerîkayê û rêjîma Sedam hat hilweşandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin