PeyamaKurd – Wezareta Navxweyî ragihand ku bi biryara Serokomarê Tirkiyê, Waliyê Şirnexê bû midûrê Giştî yê Ewlekariyê. Biryara erkdarkirinê di rojnameya fermî de belav bû.
Li gorî biryarê ku îro di rojnameya fermî ya Tirkiyê de derçû û kete meriyetê de, Waliyê Şirnexê Mehmet Aktaş bû Midûrê Giştî yê Ewlekariya Tirkiyê.
Ji aliyê din ve Waliyê Bayburtê Ali Hamza Pehlivan bû Waliyê nû yê Şirnexê, qeyûmê berê yê Colemêrgê jî Cuneyt Epcin jî bû waliyê nû yê Bayburtê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin