PeyamaKurd – Li Bexda û Nasiriyê ji ber pevçûnên di navbera alîgirên Rêberê TevgeraSedr Muqteda Sedr û xwepêşanderan de, 4 kesan can dan û 70 kes jî birîndar bûn.
Li gor Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl diyar kir; Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî fermana pêkanîna lijneya lêkolînê û dûrxistina Fermandarê Polîsê Parêzgeha Zîqarê û qedexeya derketina derve li parêzgehê da.
Herwiha Rêveberiyê Ragihandinê ya Wezareta Navxwe ya Iraqê Se'd Me'n destnîşan kir; Ude Salim Ebûd li şûna Hazim El Hazim bû Fermandarê Polîsê Parêzgeha Zîqarê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin