Ozdag: Ji bo Partiya DEMê bi ser nekeve em ê pistgiriyê bidin 'Wê partiyê'

Ozdag: Ji bo Partiya DEMê bi ser nekeve em ê pistgiriyê bidin 'Wê partiyê'

PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag ragihand ku ji bo li Qers û Îdirê Partiya DEMê bi ser nekeve, ew ê piştgiriyê bidin namzetê Tifaqa Gel.

Umît Ozdag di bernameya Sozcu TV de bersiva pirsan da.

Ozdag diyar kir, "Me ragihand ku em ê li Îdirê jî helwesteke bi heman rengî nîşan bidin. Em ê di rojên pêş de dîsa gavên sosret ragihînin."

Herwiha got, “Mînak em ê li Qersê piştgiriyê bidin MHPê. Çima? AK Partî namzedan destnîşan nake, piştgiriya MHPê dike. Em difikirin ku divê HDP li wir bi ser nekeve.

Li Qersê jî baregeha me ya piştevaniyê heye. Ger me bixwesta me dikarîbû sibe namzedekî destnîşan bikin, lê em nakin. Em ê bi awayekî ku HDP bi ser nekeve tevbigerin. Me ragihand ku em ê li Îdirê jî helwesteke bi heman rengî nîşan bidin. "Em ê di rojên pêş de dîsa hin gavên sosret ragihînin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin