Amerîka di çarçoveya Yasaya Sezar de sizayên nû li ser hin berpirsên nêzî Esad sepand

Amerîka di çarçoveya Yasaya Sezar de sizayên nû li ser hin berpirsên nêzî Esad sepand

PeyamaKurd - Yasaya Sezar yan jî Qeyser, ku dorpêçên aborî li ser Sûriyê sepandiye û ji meha Hezîrana îsal ve ketiye warê bicîkirinê berdewam dike. Amerîka, sizayên nû liser hejmarek berpirs û serbazên nêzîkî Serokê Sûriyê sepandin.

Li gor daxuyaniyek Wezareta Gencîneya Amerîka, hejmarek sizayên nû di çarçoveya yasaya Sezar de li ser hejmarek kesayetî û serkirdeyên serbazî yên Sûriyê, ku nêzîkî desthilata Sûriyê ne, sepandin.

Ji wan kesayetiyan, Lona Şibil Şêwirmenda Serokatiya Sûriyê ya Karûbarên Ragihandinê û Alîkarê Serokê Sûriyê Yasir Îbrahîm, bi tometa piştevaniya Esed di warê aborî de kirine siz ali ser wan hat sepandin.

Herwiha siza li ser Mihemed Saatî, yek ji berpirsên partiya BAAS, Emîd Xeyas Dela ji Fîrqeya 4 a artêşa Sûriyê,  Samir Îsmayîl berpirsê Fewca Heyder li Hêzên Nimir, Lîwa Elî Eyûb Wezîrê Berevaniya Sûriyê yê berê  û Fadî Seqir serkirdeyê serbazî di Hêzên Berevaniya Niştîmanî ya Sûriyê de hene.

Yasaya Sezar yan jî Qeyser, ku dorpêçên aborî li ser Sûriyê sepandiye û ji meha Hezîran a îsal ve ketiye warê bicîkirinê de. Armanca sizayan jî, nehiştina çavkaniyên darayî bo desthilata Sûriyê ne.

 

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin