Hikûmeta Tirkiyê 1942 koçber bi zorê vegerandin Sûriyê

Hikûmeta Tirkiyê 1942 koçber bi zorê vegerandin Sûriyê

PeyamaKurd – Hikûmeta Tirkiyê di meha borî de, 1942 koçberên Sûrî bi rêya Deriyê Bab el-Hewa bi zorê vegerandin Sûriyê.

Ligor Rêveberiya Xweser diyar kir, roja 3ê Tebaxê Rêveberiya Deriyê Bab el-Hewa ragihandiye, di meha Tîrmeha borî de, Hikûmeta Tirkiyê 1942 koçberên Sûrî bi rêya Deriyê Bab el-Hewa bi zorê vegerandin Sûriyê û bi taybetî ji bo wan navçeyên ku li bakurê rojavayê Sûriyê dagir kiriye.

Herwiha heman çavkaniyê Hezîrana borî jî Hikûmeta Tirkiyê 1729 koçberên Sûrî bi zorê vegerandibûn welatê wan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin