Peyama Kurd - Serokê berê yê Komîsyona Ewropayê (KE) Jacques Delors ku weke endezyarê Yekîtiya Ewropayê (YE) ya nûjen" dihat pênasekirin, di 98 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Nûçeya mirina Delors ji aliyê keça wî Martine Aubry ve hat parvekirin.
Martine Aubry di daxuyanîya bi ser medya civakî de got ku "bavê wê roja Çarşemê serê sibê li mala xwe ya li Parîsê di xew de jiyana xwe ji dest da."
Siyasetmedarê Fransî Jacpues Delors, ramandarê 'Bazara Hevpar' a ku di nav YEyê de gera morov, berhem û xizmetan serbest dike bû.
Delorsê ku ji 1985 heta 1995an ji bo YEyê xizmetên mezin kir, di heman demê de endezyarê pareyê hevpar ê Yekîtîyê jî bû.
Delors bi daxuyaniyên xwe yên têkildarî endamtiya Tirkiyeyê ya YEyê jî derdiket pêş.
Di dema serokatiya wî ya komîsyonê de, ew di nav wan kesan de bû ku dixwestinfikirîn ku Tirkiye ji aliyê çandî û olî ve ne endamê Yekîtiya Ewropayê ye.
Delors ji bo YEyê jî îfadeya "Klûba Xiristiyanan" bi kar anî û destnîşan kir ku ev jî dibe sedem ku qebûlkirina Tirkiyeyê zehmet be.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin