PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Rûsyayê ragihand ku li başûrê welat û li Kirimê dest bi tetbîqata leşkerî kirine. Tetbîqat li peravên Buhira Kerçê, li bajarên Rostov û Krasnodorê û hem li bajarê girîng li Volgogradê, li başûrê welat jî, li ser axa Kirimê dest bi tetbîqatê kirine.
Di tetbîqatê de ji 60 balafirî zêdetir balafir hene û wezareta bergiriyê mijarê weha ragihand:
“Di çarçoveya kontrola amadekirina ji bo muharebê (şer) de; hêzên parastina hewayî yên seha leşkerî yên başûr û filoya Su ya derya Reş ya hewayî, tetbîqatê dikin. Di vê çarçoveyê de balafirên Su-27SM, Su-30SM2 û balafirên bombardimanê Su-34 ji bo ji mesafa herî dûr li hedefa xwe bixin, di tetbîqatê de perwerda xwe dikin.”
Li gor ragihandina fermandarê herêma başûr yê artêşa Rûsyayê Aleksandr Dvornikov gotiye; di tetbîqatê de 6 hezar leşker cîh digre.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin