Ji Mesrûr Barzanî peyama destekê bo Tirkiyê û Yûnanistanê

Ji Mesrûr Barzanî peyama destekê bo Tirkiyê û Yûnanistanê

PeyamaKurd – Bi sedema li bajarê Îzmîrê bi pileya 6.6 erdhej çêbû û bû sedema mirina mirovan û xerabbûna avahiyan, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyama hevkariyê belav kir. Barzanî di peyama xwe de weha got:

“ Îro, bi sedema erdheja li Deryayê Egeyê çêbû û kesên ku di erdhejê de can dan, bo malbat û mirovên wan em sersaxiyê dixwazin û bo birîndaran em şîfayê dixwazin. Di vê dewra zor û zahmet de, em bi xelkê Tirkiyê û Yûnanistanê re ne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin