PeyamaKurd- Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê Hulusî Akar, li ser hegera operasyona li dijî Rojava axivî. Akar, di nirxandinên xwe yên berfireh de eşkere kir ku ji Rojava heta sînorê Iraqê û heta ser Deryaya Spî ‘korîdoreke terorê’ heye û ew vê yekê qebûl nakin.
Hulusî Akar, îro di Konferansa 13emîn a Balyozan ku li Enqereyê tê rêvebirin de axivî. Akar, axaftina xwe bi vî awayî kir:
“Serokkomarê me û wezîrên me, gelek caran dubare kirin û gotin ku em rê nadin vê yekê. Di encamê de ev korîdora terorê hat parçekirin. Me dubare got êdî em rê nadin vê korîdorê. Her ku em dibêjin ên ku ev korîdor kolane, dê li wê derê bên binaxkirin, bi taybetî ragihandina derve vê yekê berovajî dike û dibêjin Tirkiye, operasyonan ji bo kuştina Kurdan dike. Em rûbirûyê derewên wiha jî tên.”
Wezîr Akar bal kişand ser êrîşên salên borî yên li dijî Rojava û got,
“Piştî operasyona 2019an, Rûsya û Amerîkayê soz dabûn me ku terorîstên li herêmê ji wê derê derxin, em jî li benda cîbicîkirina wan sozan in.”
Rojeva Erdogan jî duh Rojava bû
Duh Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan jî li Enqereyê hegera operasyoneke nû ya artêşa Tirk a li dijî Rojava kiribû rojeva xwe û dabû zanîn ku ew ê di demeke nêzîk de kembera ewlehiyê ya bi kûrahiya 30 kîlometreyan, temam bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin