Li Rojava 4 leskerên Tirkiyê hat kustin

Li Rojava 4 leskerên Tirkiyê hat kustin

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Trkiyê ragihand ku li Rojavayê Kurdistanê 4 leşkerên wan hatine kuştin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê(MSB) di daxuyaniyekê de ragihand ku duh roja Çarşemê (08.01.2020) Rojavayê Kurdistanê di encama êrişekê de 4 leşkerên wî welatî hatine kuştin.

Li gor daxuyaniya MSBê di dema ku leşkerên Tirkiyê kontrola rê dikirin, rastî êrişekê hatine.

Êriş li Serê Kaniyê hate encam dan û di nava leşkerên kuştî ed yek xelkê Dîloka Bakura Kurdistanê ye û navê Erol Yanik e. Herwiha ji wan kuştiyan Sinan Kose xelkê Edanê ye û Halil Karakoç jî xelkê Mersînê ye.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin